Qêys El-Xezelî: Kiryara leşkerî ji bo derxistina leşkerên amerîkî ji Iraqê, ferz û pêwîst e
Sekreterê Giştî yê Tevgera Esaib Ehlê Heq a Iraqê bal kişande ser wê yekê ku ji bo derxistina leşkerên Amerîkayê ji Iraqê, kiryara leşkerî karekî ferz û pêwîst e.
Sekretêrê giştî yê tevgera Esaib Ehlê Heq a Iraqê Qêys El-Xezelî got: Heke muzakirên dîplomatîk ji bo vekêşana hêzên biyanî ji Iraqê bi kiryara leşkerî ya berxwedanê nebe, leşkerên amerîkî dê ji axa Iraqê dernekevin.Xezelî got: Hêzên ku bi awayekî neyasayî û li dijî destûr û yasayên Iraqê li vî welatî mane, ne mumkin e ku tenê bi muzakirên dîplomatîk ji axa Iraqê derkevin.Wî got: Ji bo neçarkirina hêzên amerîkî ji bo derketina ji welêt û bidetsxistina serweriya tam a neteweyî li Iraqê, berxwedan pêwîst e. Sekretêrê giştî yê tevgera Esaib Ehlê Heq a Iraqê bal kişand ser şerê Berxwedana Lubnan, Yemen û Iraqê bi rejîma Siyonîst jibo piştgiriya ji berxwedan û gelê Filistînê û teqez kir: Şer tim berdewam e û bi dawî nehatiye.