Nerazîbûna partî û komên iraqî himberî dagirkerîya Tirkîyê li axa wî welatî tund û giran dibe
Hevgavê pêşdaçûna Tirkîyê di nav axa Iraqê da, rayedar û partîyên iraqî xwestin ku pêşîya vê biryara Enqerê bê girtin û li dadgehên navnetewî jî doz dijî Tirkîyê bê vekirin.
Vîdyoyên di şebekeyên civakî da hatine weşandin, ray didin ku leşkerên Tirkîyê ne tenê li deverên sînorî belkî li navçeyên xelknişîn ên kûratîya parêzgeha Duhokê bi cih bûne û xalên kontrolê danîne. Leşkerên Tirkîyê li parêzgeha Duhokê herwiha pankard ser rêyan daliqandine ku ser wan wiha hatîye nivîsî: ``Ev der sînorê Tirkîyê ye!``
Sirwe Ebdulwahid Seroka Fraksyona Nivşa Nû li parlimana Iraqê derbara asta bicihbûna hêzên Tirkîyê li bakura Iraqê gotîye ku Enqerê 23 binkeyên leşkerî li parêzgehên Duhok û Hewlêrê damezirandine.
Xîyas Sûrçî endamê pillebilind ê YNKê jî dîyar kir ku artêşa Tirkîyê ketîye 40 kîlometrîya kûratîya axa Iraqê û gellek xalên kontrol û lêgerînê li cadeyên sereke nemaze li parêzgeha Duhokê danîne û got: Ev êrişa Tirkîyê dagirkerîya leşkerî ye û divê l igorî qanûn û qirarên navnetewî serederîy digel da were kirin.
Ayetullah beşîr Necefî merceyê dînî yê iraqî jî di hevdîtina digel Anil Bora Înan Balyozê Tirkîyê yê bexdayê û desteya bi wî ra, pêgirî ser neyartîya tund a xwe himberî sîyaseta Tirkîyê ya destwerdana leşkerî li Iraqê û mijara avê kir.
Raya giştî, çavdêrên sîyasî û medya jî li Iraqê bicihkirina leşkerên Tirkîyê li bakura Iraqê ``dagirkerî`` û ``cidakirina beşeke bakura Iraqê û xistina wê sewr axa Tirkîyê`` bi nav dikin û dixwazin ku Hewlêr û Bexda helwesteke ciddî nîşan bidin. Nerazîbûna rayedarên iraqî hibmerî êrişên vê dawîyê yên Tirkîyê ser bakura Iraqê di halekî da ye ku Erdogan hertim idia dike ew êriş bi hevahengîya digel Bexdayê pêk tên.