Tehsîn Xeffacî: Plana emnî ya taybebt bi Aşûrayê bêyî pirsgirêk tê bicihanîn
Yekîneya Ragihandina Emnî ya Iraqê ragihand ku plana emnî ya taybebt bi Aşûrayê bêyî pirsgirêk baş pêş da diçe û tê bicihanîn.
Tehsîn Xeffacî Serokê Yekîneya Ragihandina Emnî ya Iraqê got ku fermandetîya operasyona hevpar ji heyameke berî nika va ji bo bicihanîna plana emnî ya taybet bi roja Aşûrayê ya bi hevkarîya Lêjneya Bilind a Emnî amade bûye. Wî dîyar kir k uew plana emnî ya taybet amadebûna yekîneyên emnî û hewla ji bo dabînkirina ewlehîya zîyaretkeran digire ber xwe.Xeffacî herwiha amajeyî vê yekê kir ku îsal teknolojî ji wan xwofirr, kamerayên çavdêrî û ewlehîya sayberî di vê plana emnî da hatin bikaranîn û ev yek bû sebeb ku plana emnî ya taybet a îsal ji ya salên buhurî cidatir be.Tehsîn Xeffacî Serokê Yekîneya Ragihandina Emnî ya Iraqê herwiha pêgirî kir ku dezgehên emnî ji bo serxistina plana zîyareta Aşûrayê pirr hewil didin.