Sipasiya Hekîm ji hewldanên Îranê bo piştevanîkirina ji mesela Filistînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i347485-sipasiya_hekîm_ji_hewldanên_Îranê_bo_piştevanîkirina_ji_mesela_filistînê
Seyîd Emmar Hekîm rêberê tevgera hikmeya neteweyî ya Iraqê got: Meha Remezana îsal bi komkujiyên li nav axa Filistînê û binpêkirina hemû nirxên mirovî û peymanî di êrişên berdewam ser xelkê dorpêçkirî yên Xezeyê û binpêkirina hemû nirxên mirovî û peymanî ye û helbet her dijwarî dê bibe sedema serketinê û ew du rûyê sikeyekê ne.
(last modified 2024-04-06T03:54:53+00:00 )
Nîsan 06, 2024 07:12 Asia/Tehran
  • Sipasiya Hekîm ji hewldanên Îranê bo piştevanîkirina ji mesela Filistînê

Seyîd Emmar Hekîm rêberê tevgera hikmeya neteweyî ya Iraqê got: Meha Remezana îsal bi komkujiyên li nav axa Filistînê û binpêkirina hemû nirxên mirovî û peymanî di êrişên berdewam ser xelkê dorpêçkirî yên Xezeyê û binpêkirina hemû nirxên mirovî û peymanî ye û helbet her dijwarî dê bibe sedema serketinê û ew du rûyê sikeyekê ne.

Seyîd Emar Hekîm  tevî diyarkirina hevgrtina xwe bi gelê mezlûm ê Filistînê re û rêzgirtian ji roja cîhanî ya Qudsê got ku qeyrana  Xezeyê bîr û hizra mezlûmbûna Rejîam Siyonîst têk bir. 

Wî bal kişande ser  piştgiriya welatên rojava ji Rejîma Siyonîst û got: Ev piştgirî bûye sedem ku cîhana rojava bi têkçûna nirxan re rû bi rû bimîne û eşkere bibe ku duruşmên ku  propagende kirine derew in û helbet raya giştî ya dinya bi filistîniyan re ye.

Hekîm bi şermezarkirina êrişa Rejîma Siyonîst ser beşa konsulî ya balyozxaneya Îranê li Şamê, ev cinayeta binpêkirina mafên mirovan û peymanên navneteweyî da zanîn û ji hewldanênên Komara Islamî ya Îranê li piştgirîkirina ji doza Filistînê spasî kir.