Şandina Hêzên Heşda Şeibî yên Iraqê bona dabînkirina ewlehiya merasima Erbeînê
Hêzên Heşda Şeibî yên Iraqê li çola rojavayê Kerbelaya Muella bi cih bûne bona ku ewlehiya ziyaretkeran dabîn bikin.
Hêzên Heşda Şeibî li rojavayê çoala Kerbelaya Muella bi cih bûne. Armanca bicihkirina van hêzana, dabînkirina ewlehiya ziyaretkeran û parastina ewlehiya wan e. ziyaretkerên ku ji bo lidarxistina merasima ziyareta Erbeîna Huseynî ber b Kerbelaya Mualeyê be dimeşin..
Macid Rîsan yek ji fermandarên lîwaya 9-an a Heşda Şeibî ragihand: Heşda Şeibî ku sergêriya operasyonên Kerkûk û rojhilatê Dîcleyê dikin û li mêhwera rojavaya Kerbelayê bi cih bûne û lîwaya 9'an a Heşdî Şeibî jî dê ji mexzena gazê heta xala lêgeriyê ya Kerbela-Necefê bi cih bibin ku ewlehiya navçyê dabîn bikin.
Husêyn Macid yek ji fermandarên lîwaya 9 an a Heşda Şeibî jî ragihand: Hêzên Heşda Şeibî li devera di navbera Necef û Kerbelayê dê bicih bibin ku ewlehiya ziyaretkerên Eba Ebdullahêl-Husêyn biparêzin.
Bi hewahengiya hêzên operasyona Firata Navîn hemû hêz hatin bicihkirin û hemî xebat û çalakî bi başî dimeşin.
Bi milyonan şîeyên Iraq û welatên din her sal merasima vejiyandina Erbeîn Huseynî li parêzgeha Kerbelayê bin tevdîrên giran ên ewlehiyê li dar dixin.
Navenda Operasyonên Hevpar a Iraqê jî ragihand, zêdetirî 20 hezar hêzên ewlehiyê bo pêkanîna ewlehiya merasima Erbeînê hevkariyê dikin.
Berdevkê Fermangeha Operasyonên Hevpar a Iraqê Tehsîn Xefacî ragihand, 20 hezar hêzên artêş, polîs, Heşda Şeibî û saziyên din ên ewlehiyê yên wek îstixbarat, asayişa neteweyî û îstixbaratî di plana ewlehiya Erbînê de beşdar in.
Xefacî her wiha got, ev plan bi piştgiriya artêş û hêzên neteweyî tê cîbicîkirin û pêştir jî operasiyonên detpêşxeriyê ji bo ewlekirina rêyan û bajarê Kerbelayê , derbasgeh û xalên sînorîcih hatibûn. Bi boneya Eebeîna Îmam Hisêyn bi milyonan ziyaretker ji welatên curbicur sefera Iraqê dikin.