Kanûn 24, 2025 18:16 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana berfire ya piştgirên Filistînê li Parîsê

Piştgirên Filistînê xwenîşandaneke berfire li Parîsa paytexta vî welatî ji bo piştgirîya ji filistînîyan u hevgirtina tev Zîvala Xezzeyê li dar xistin.

Bere berê betlaneyên sala nû ya zayînî, xwenîşanderên piştgirê Filistînê li Parîsê ragihandin ku ``em filistînîyan ji bîr nakin.`` Ew dibêjin ku cinayet li Filistînê nehatine sekinandin. Xwenîşanderan herwiha jînosayd, birsîragirtina zarokan u girtina pêşîya derbaskirina alîkarîyên mirovdostane bo Zîvala Xezzeyê ji hêla Rejîma Sîyonîst va, şermezar kirin. Piştgirên Filistînê li Parîsê xwestin ku destdirêjîya ser Zîvala Xezzeyê û êş u rencên filistînîyan werin bidawîhanîn. 

Serepeyv