Kanûn 24, 2025 17:30 Asia/Tehran
  • Amirî: Hilweşandina Heşdi Şe`bîyê tenê propagande ye

Serokê Rêxistina Bedr a Iraqê got ku hilweşandina Heşdi Şe`bîyê tenê propaganda ye u em vê yekê qebûl nakin.

Hadî Amirî Serokê Rêxistina Bedir a Iraqê li rex civîna digel Desteya PDK da got: Jiçekkirin biryareke iraqîyan bi xwe ye u em destwerdana ji derve ya di vê mijarê da qebûl nakin. Merceyê dînî pêgirîyê dike ku çek divê tenê di destê hikûmetê da be û me jî bawerî bi vê yekê heye. Çekdanîn maye ser bidawîhatina erka Hevalbendîya Navdewletî u pêkhatina serwerîya niştîmanî. Tiştên li bara Heşdi Şe`bîyê tên gotin, tenê gotegot u propagande ne u di bersiva kesên dibêjin divê Heşdi Şe`bî were hilweşandinê da em dibêjinê ku rêzê li xwe bigirin û em qet tişteek wiha qebûl nakin. Serokê Rêxistina Bedirê derbara civîna yekem a parlimanê da jî got: Ew civîna dê bi aşkirayî neyê lidarxistin û em piştrast in ku yê tê da hilbijartina Serokê Parlimanê û Cîgirên wî were yekalîkirin. Em hemî di hikûmetê da beşdar dibin û serketina hikûmetê jî bo hemî pêkhateyan e. 

Serepeyv