Kanûn 24, 2025 18:12 Asia/Tehran
  • MSD: Danuistandinên digel Şamê didomin

Wekîlê Meclisa Sûrîyeya Demokiratîk (MSD) ragihand ku gotûbêjên tev hikûmeta Colanî didomin û Şam tawanbar kir ku nikare komên çekdar kontrol bike.

Ebdulwehab Xelîl amajeyî êrişa komên çekdar ên ser bi hikûmeta Colanî ser Taxên Şêx Meqsûd u Eşrefîyê li Helebê kir u got: Eva cara sêyem e ku Rêkevtinameya 10ê Adarê ji hêla komên ku xwe wek beşeke arêşa Sûrîyê dibînin va, tê binpêkirin.

MSD hişyarî da ku ev karana bandoreka nerênî li rêkevtinameyê dikin, di eynî demê da pêgirî kir ku ew pabendê gotûbêjê ye. 

Di vî halî da Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê jî got: HSD vîna ciddî ji bo bicihanîna rêkevtinameyê nîşan nedaye. Di navbera komên çekdar ên ser bi hikûmeta Colanî û Hêzên Ewlehîya Navxweyî da li Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê pevçûn derket k udi encamê da çend kes hatin kuştin u birîndarkirin.   

Serepeyv