Iraqê dema rêkevtinameya niftê ya digel Herêma Kurdistanê dirêj kir
Kanûn 24, 2025 17:45 Asia/Tehran
Civata Wezîran a Iraqê îro deng da dirêjkirina dema rêkevtinameya tev Herêma Kurdistanê ya di warê nift u destmizê da û herwiha u radestkirina 120 milyard dînar derhata neniftî ya Herêma Kurdistanê bo Bexdayê jî yê wek berê pêk were.
Li gorî biryara Desteya Wezîran a Iraqê ya di vê civînê da, rêkevtinameya di navbera Bexda u Hewlêrê da ya têkildarî nift u destmizê salekê hat dirêjkirin û divê Hewlêr wek berê mehê 120 milyard dînar ji derhata neniftî ya xwe bişîne Bexdayê ji bo ku Hikûmeta Federal di berdêlê da destmiza karmendên Herêma Kurdistanê bide.
Şayanî gotinê ye ku piştî 26 meh sekinandinê, hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê ji rêya Tirkîyê careka din di 26ê Îlonê da dest pê bû.