Kanûn 24, 2025 18:06 Asia/Tehran
  • YNK: Derîyê me ji bo gotûbêja ser pêkanîna hikûmetê vekirî ye

Polîtbîroya YNK pêgirî kir ku pêwîst e hikûmeteke karkir u çalak, xizmetguzar u dilnigeran bo berjewendîyên gelê me were pêkanîn.

Polîtbîroya YNK bi serokatîya Bafil Talebanî Serokê wê di civînekê da meseleya pêkannîa Hikûmeta Herêma Kurdistanê u Hikûmeta Federal hilkoland. Di mijara pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, Polîtbîroya YNK pêgirî ser pêkanîna hikûmeteke dadperwer u xizmetguzara niştîmanê kir u dîyar kir ku derîyê YNK ji bo gotûbêja avaker amade ye. Di vê civînê da herwiha hat pêgirîkirin ku pêwîst e li Bexdayê jî hikûmeteke xizmetguzar a niştîmanî were pêkanîn ku bi wê maf u kirêdîyên destûrî yên bo gelê me parastî bin û nuneratîya daxwazên hemî pêkhateyên welêt bike. Eva jî di çarçova nêrîna durist a YNK da ye ku Bexda kûratîya sitratejîk a Herêma Kurdistanê ye, ji bo vê yekê jî gotûbêj û civînên YNK digel hemî alîyan dê bên domandin.

Serepeyv