Adar 27, 2023 17:35 Asia/Tehran
  • Parlimana Iraqê qanûna hilbjartinan a nû pesend kir

Parlamentoya Iraqê sibeha îro piştî nirxandin û gotûbêjeke dûr û dirêj, guhertinên di qanûna hilbijartinên parlamentoyê û civatên parêzgehan de pesend kir. Li gorî qanûnê, Iraq ji sîstema navçeyên hilbijartinê vedigere sîstema “lîsteya daxistî û yek navçeya hilbijartinê”.

Qanûna hilbijartinên Iraqê ku ev demek dirêj bû bûbû sedema nerazîbûnan, îro li Parlamentoya Iraqê bi beşdariya 189 parlamenteran deng li ser hat dan û bi piraniya dengan hat pejirandin.

Bi qanûna nû ya hilbijartinan Iraq ji sîstema “pir navçeyî ya hilbijartinê” vedigere sîstema “lîsteya girtî û yek navçeyî yanî qanûna sala 2018ê û destûrkara hilbijartinan a berî nerazîbûnên di Cotmehê da”.

Hin partîyên sîyasî yên piçûk û parlimanterên serbixwe li Parlimana Iraqê ji ber ku sererastkirina qanûnê ser xêra partîyên hikimdar û mezin e, dijî wê rabûne.

Ev qanûna sererastkirî vegerek ser qanûna hilbijartinan a sala 2018 ya Iraqê ye, qanûna ku ji hêla tevgerên nerazîbûnê yên nasyar bi ``cotmehîyan`` va di payîza sala 2019ê da bi xwenîşandan hat retkirin.