Tîrmeh 07, 2025 16:06 Asia/Tehran
  • Lixwemukirhatina bi xor a leşkerekî Îsraîlî derbarê şerê Xezzeyê

Leşkerekî Artêşa Rejîma Siyonîst di gotûbêjeke bêmînak de eşkere kir ku leşkerên vê rejîmê li zîvala Xezzeyê ferman hebûne ku her kesê ku bikeve nav deverên qaşo qedexekirî bikujin, bêyî ku armanceke bi gef be an nebe.

 Vî leşkerê Îsraîlî got: Ferman dane me ku her kesê ku bikeve nav deverên qedexekirî bikujin. Ferq nake kî be. Ger di nav wê deverê de be ev tê wê wateyê ku ew xeternak e û divê were kuştin.

Vî leşkerê Îsraîlî got ku li deverên ku em li nêzî taxên sivîlan bi cih bibûn, me maleke awareyên filistînî  dagir kir û ew wekî cîhek ji bo bicihbûnê hilbijart. Me li dora wê malê sînorek xeyalî diyar kiribû. Her kesê ku ji vê xetê derbas bibe  demlidest diket ber êrişan heta   nûgîhayê ku bi  duçerxê ji wê xeta xeyalî derbas bibe jî diviyabû bihata kuştin.

Wî got ku li wir, hinek fermande bi dilê xwe ​​​​biryar didan ka kî divê were kuştin û kî divê were girtin.

Serepeyv