Hemaseya Aşûrayê li Kerbelayê: Nîşaneya yekîtiya gelên azad ên cîhanê
Îro bajarê pîroz ê Kerbelayê şahidê lidarxistina pircoş û hemaseyî ya merasîma Rekzet Tuweyrîc bû, merasîmek ku bi mîlyonan ziyaretkerên ku ji Îmam Huseyîn (silavên Xwedê lê bin) hez dikin ji çar aliyên cîhanê dora hev civandîye da ku peyama yekîtîya li dijî dijminên umeta Îslamî ragihînin.
Di vê merasîmê de, alayên Îran û Iraqê, ligel alayên komên berxwedana Iraqê, di nav de Hêzên Heşda Şebî yên Iraqê û wêneyên Rêberê Şoreşa Îslamî, li ser serê ziyaretkiran hatin bilindkirin. Ev ala ne tenê sembola yekîtiya her du neteweyan in, di heman demê de berxwedan û xweragiriya dijî zilm û dagirkeriyê jî tînin bîra me. Wezareta Karên Navxwe ya Iraqê di vî warî da ragihand ku ji destpêka meha Muherremê ve heta duh, mîlyonek û 176 hezar û 311 ziyaretkiran serdana mezargehên pîroz ên li Kerbela û Necefê kirine. Ev hejmar nîşan dide ku misilman çiqas bi coş û kelecan in ji bo beşdarbûna di merasîmên Aşûra ya Îmam Hisên de.
Merasima Aşûrayê li gellek bajarên Tirkîyê jî hat lidarxistin.