Tîrmeh 07, 2025 19:40 Asia/Tehran

Çavkaniyên agehdar derbarê muzakirên niftdi navbera Hewler û Bexdayê û yekalîbûna pêşnumaya rêketinê agahiyan didin .

Çavkaniyên agehdar ragehandin  pêşnumaya rêketina di navbera Hewler û Bexdayê derbarê radestkirina  niftê û hinardekirina wê di qonaxên dawî de ye. Li gorî vê peymanê, guhertinek bingehîn hatiye kirin, ku li gorî wê hemû nifta ku li herêmê tê hilberandin dê radestî Bexdayê were kirin, bi şertê ku hikûmeta federal pêdiviyên navxweyî yên herêmê ji bo berhemên niftê bicîh bîne.

Texmînên destpêkê nîşan didin ku Herêma Kurdistanê rojane nêzîkî 50  heta   55 hezar bermîl  nift hewce ye ku  bişîne palîngehan ku berhemên niftê jê werin hilberandin.

Qanûna budceya Iraqê radestkirina rojê  400 hezar bermîl nift  ji aliyê herêmê ve wekî şertek pêwîst ji bo dayîna para darayî ya mehane ya herêmê destnîşan kiriye. Lê niha ji Bexdayê re hatiye ragihandin ku zirûfa hilberîna niftê  ya herêmê tenê nêzîkî 280 hezar bermîl  di rojê de ye.

Li gorî gotina çavkaniyek li  Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gorî xalên reşnivîsa peymanê, şandeke Wezareta niftê ya Iraqê dê bi du armancan sefera herêmê bike: ya yekem, ji bo diyarkirina asta  rastîn a hilberîna niftê li Herêma Kurdistanê, û ya duyem, ji bo diyarkirina pêdiviya rastîn a herêmê bi berhemên wekî nifta sipî, benzîn û mazotê, ku divê hikûmeta federal li gorî peymanêwê dabîn bike.

Ji 25ê Adara 2023an  ve, hinardekirina  nifta Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê hatiye rawestandin.

Tê gotin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di demek nêzîk de bersiva xwe ji bo peymanê ragihîne.

Serepeyv