Tîrmeh 07, 2025 18:08 Asia/Tehran
  • Lavrov: Rûsya li dû aştiyeke mayînde ye ne agirbeseke demkî

Wezîrê Derve yê Rûsiyê got ku Moskow li dû aştiyeke mayînde ye ne agirbeseke demkî ku bibe sedema xurtbûna hêzên Ukraynê.

Sergeyî Lavrov, Wezîrê derve yê Rûsiyê di hevpeyvînekê de derbarê helwesta rastîn a vî welatî li ser çareserkirina nakokiya Ukraynê de got ku Rûsya her tim pêşewzaiya  çareseriyeke siyasî û dîplomatîk bo Ukraynayê kiriye. Lêbelê, divê ev yek bibe sedema aştiyeke mayînde li şûna agirbeseke demkî.

Wezîrê Derve yê Rûsiyê tekez kir: Em ne hewceyî bêhnvedanekê ne ku rejîma Kiyevê û piştgirên wê yên biyanî  bikar bînin da ku hêza xwe ya leşkerî xurt bikin .

Lavrov got  bêyî rakirina sedemên bingehîn ên pevçûnê çareseriyeke mayînde nayê bidestxistin, û her wiha pir girîng e ku gefên dijî ewlehiya Rûsiyê ji ber berfirehbûna NATOyê û tevlîbûna Ukraynê di vê bloka leşkerî de ji holê werin rakirin.

Serepeyv