Karên hikûmeta Iraqê bereberê merasima Aşûraya Îmam Hisên(s)
Bereberê Aşûrayê wezîrê karên hundur ê Iraqê seredana Kerbelayê kir.
Ebdilemîr El Şemerî, wezîrê karên hundur ê Iraqê, bereberê lidarxistina merasima Aşûrayê derbasî Kerbelayê bû û demlidest civîneka girîng di fermandetiya Operasiyona Kerbelayê de bi beşdariya hemû fermandeyên ewlehî û istixbaratî yên wezaretên berevanî, karên hundur û hêzên Heşdi Şeibiyê li dar xist ta ku li ser cihanîna pilana rêkxistin û hemahengiya ji bo roja dehan a Muheremê gotûbêjê bikin.
Wezîrê karên hundur ê Iraqê fermana pêkanîna xalênm lêgerînê û zêdekirina hewldanên ji bo dabînkirina ewlehiya vê minasibeta hetahetayî da û pêgîrî kir Kerbela wê sibê bibe şahidê merasimeka taybet a şehadeta Îma Hisên(s).
El Şemerî got ku bajarê pîroz ê Kerbelayê û derdora wê tam ewleh e û pilaneke nerm jî cih tê.