Amadekarîya bo vegerandina 150 malbatên daiş’î ji Kempa Holê bo Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i339830-amadekarîya_bo_vegerandina_150_malbatên_daiş’î_ji_kempa_holê_bo_iraqê
Amadekarîya bo vegerandina 150 malbatên daiş’î ji Kempa Holê bo IraqêEndamekî parlimana Iraqê got: 150 malbatên daiş’î ji bo ku ji Kempa Holê bo welêt bên vegerandin, hatine amadekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 28, 2023 11:27 Asia/Tehran
  • Amadekarîya bo vegerandina 150 malbatên daiş’î ji Kempa Holê bo Iraqê

Amadekarîya bo vegerandina 150 malbatên daiş’î ji Kempa Holê bo IraqêEndamekî parlimana Iraqê got: 150 malbatên daiş’î ji bo ku ji Kempa Holê bo welêt bên vegerandin, hatine amadekirin.

“Şêrwan Duberdanî” endamê parlimana Iraqê ji parêzgeha Nêynewayê ragihand: Nêzî 150 malbatên daiş’î li Kempa Holê hatine agahdarkirin ku dê bo Kempa Ced’e-1ê li başûrê Mûsilê bên veguhestin.

Wî derbara duhatên dewama wergirtin û zivirandina malbatên daiş’î ji Sûrîyê bo Iraqê hişyarî da û got: Tevî neyartî û têbînîyên me di vî warî da, wer xûya dike rayedar bêyî berçavgirtina ewlehîya niştecihên parêzgeha Nêynewayê, karê xwe dikin û hikûmet berpirsê dûhatên vî karî ye.

“Muwehid Ebdullah Cegîfî” yek ji rêvebirên Hevalbendîya El Enbar’ê jî berî vîya derbara dûhatên veguhestina hejmareke zêde ya jinebî û hevserên serkirdeyên DAIŞ’ê ji Kempa Holê li Sûrîyê bo Ced’eya Mûsilê hişyarî dabû.

Kempa Holê mezintirîn kempa malpatên daiş’î li 15 kîlometrîya sînorê Sûrîye û Iraqê ye ku di bin kontrola HSD’yê da ye.