Sûdanî: “Helwesta Iraqê têkildarî meseleya Filistînê naguhere”
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i339594-sûdanî_helwesta_iraqê_têkildarî_meseleya_filistînê_naguhere
Serokwezîrê Iraqê di hevdîtina digel Serokwezîrê Teşkîlata Xweîdareker a Filistînê da pêgirî kir ku helwesta Bexdayê têkildarî meseleya Filistînê misoger e û naguhere.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 17, 2023 15:56 Asia/Tehran
  • Sûdanî: “Helwesta Iraqê têkildarî meseleya Filistînê naguhere”

Serokwezîrê Iraqê di hevdîtina digel Serokwezîrê Teşkîlata Xweîdareker a Filistînê da pêgirî kir ku helwesta Bexdayê têkildarî meseleya Filistînê misoger e û naguhere.

Serokwezîrê Iraqê “Mihemed Şîya Sûdanî” di hevdîtina digel Serokwezîrê Teşkîlata Xweîdareker a Filistînê “Mihemed Eştîye” da ku li rex Konferansa Ewlehîyê ya Mûnîxê pêk hat, pêgirî kir ku helwesta Bexdayê têkildarî meseleya Filistînê misoger e û naguhere û Iraq piştgirîyê dide doza gelê Filistînê.

Sûdanî û Eştîye her wiha di vê civînê da derbara rewşa herêmî û navneteweyî û pirsgirêkên aborî û emnî yên navçeyê da gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Teşkîlata Xweîdareker a Filistînê Mihemed Eştîye jî pêgirî ser girîngatîya pêşxistina peywendîyên her du alîyan kir û ji ber helwesta Bexdayê ya piştgirîya ji ewlehî û istiqrara mayinde li herêmê destxweşî li Iraqê kir.

Dewra Pêncî û Nehan a Konferansa Ewlehîyê ya Mûnîxê ji îro va dest pê bûye û yê heta 19ê Sibatê bidome.