Sûdanî: Em ê berfrehkirina hevkariyên dualî bi Îranê re bidomînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i337934-sûdanî_em_ê_berfrehkirina_hevkariyên_dualî_bi_Îranê_re_bidomînin
 Serokwezîrê Iraqê, encamên yekem serdana xwe ya fermî bo Îranê erênî nirxandin û daxwaza hevkariya dualî tev vî welatî kir. 
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Kanûn 01, 2022 15:30 Asia/Tehran
  • Sûdanî: Em ê berfrehkirina hevkariyên dualî bi Îranê re bidomînin

 Serokwezîrê Iraqê, encamên yekem serdana xwe ya fermî bo Îranê erênî nirxandin û daxwaza hevkariya dualî tev vî welatî kir. 

Muhemed Şiya El-Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê duh piştî ziyareta tirba pîroz a hezretê Elî Bin Mûsa El-Riza (S) li bajarê Meşheda pîroz, serdana xwe ya fermî bo Îranê bi dawî anî.

El-Sûdaî piştî vegeriyana bo Bexdayê di twîtekê de nivîsî, me gotûbêjên cidî tev Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî û her wiha rayedarên Îranê re pêk anîn.

Serokwezîrê Iraqê her wiha ragihand: Em çaverêyê hevkariya dualî ya zêdetir tev Komara îslamî ya Îranê ji bo pêşdebirina dosyeyên ewlehî, aborî, çand û geştyariya olî ne.

Di nava welatên ereb ên navçeya Rojavayê Asyayê de, Iraq xwediyê zêdetirîn xalên hevpar ên çandî û mezhebî bi Îranê re ye.

Hebûna sînorên herî dirêj di nav welatên cîran de, peywendiyên nijadî, dîrokî, zimanî, xalên hevpar ên olî û hebûna gef û berjewendiyên hevpar ên emnî û aborî ji xalên giring di têkiliyên Îran û Iraqê de ne.