Hevkariya Iraqê û NY ji bo girêdana Kampa El-Holê dest pê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i336008-hevkariya_iraqê_û_ny_ji_bo_girêdana_kampa_el_holê_dest_pê_kir
Iraqê qala destpêkirina hevahengiya xwe digel NY ji bo bidawîanîna dosyeya Kampa El-Holê ya Sûriyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 22, 2022 10:55 Asia/Tehran
  • Hevkariya Iraqê û NY ji bo girêdana Kampa El-Holê dest pê kir

Iraqê qala destpêkirina hevahengiya xwe digel NY ji bo bidawîanîna dosyeya Kampa El-Holê ya Sûriyê kir.

Kampa El-Holê li parêzgeha Hesekeyê li bakûrê rojhilatê Sûriyê ye û zêdetir ji 57 hezar kes tê da ne ku pirraniya wan malbatên endamên koma terorîst a DAIŞê ne.

Li gorî rapora Sputnik'ê, Qasim El-Erecî, Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê piştî civîna damezirandina du komxebatên navxweyî û navneteweyî ji bo cihanîna çarçoveya navneteweyî bi armanca vegerandina iraqiyan li bakûrê rojhilatê Sûriyê û valakirina Kampa El-Holê, got: Hevkariya navbera dewleta Iraqê û NY ji bo bidawîanîna vê dossyeya girîng û hestyar dest pê kiriye.

Li Kampa El-Holê carinan alûgorên ewlehiyê ji wan revîn, êrîşa li ser pasevanan û hêzên operasiyonên mirovdostane û kuştin diqewimin.