50 terorîstên DAIŞ’ê ji aliyê HSD'yê ve radestî Iraqê hatin kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i335856-50_terorîstên_daiŞ’ê_ji_aliyê_hsd'yê_ve_radestî_iraqê_hatin_kirin
Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 50 terorîstên DAIŞ’ê yên ku hemwelatiyên Iraqê ne radestî wan kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 14, 2022 04:06 Asia/Tehran
  • 50 terorîstên DAIŞ’ê ji aliyê HSD'yê ve radestî Iraqê hatin kirin

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 50 terorîstên DAIŞ’ê yên ku hemwelatiyên Iraqê ne radestî wan kirine.

Li gorî nûçeya Roj Newsê, Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku 50 terorîstên DAIŞ’ê yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatibûn girtin û hemwelatiyên Iraqê bûn, bi rêya deriyê sînorî yê Rebîe re radestî wan hatine kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, di dema radestkirina wan çeteyan de berpirsên îstixbarat û wezareta navxwe ya Iraqê amade bûn.

Her wiha hat diyarkirin wê hewildanên Iraqê yên ji bo girtin û bidawîanîna şaneyên DAIŞ’ê berdewam bin.

Hêjayî bibîrxistinê ye hefteya borî Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Elî Ebas ragihandibû ku ewê îsal 500 malbatên terorîstên DAIŞ’ê yên ku hemwelatiyên Iraqê ne û di nava Kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne, veguhêzin Iraqê.