Tedbîrên ewlehiyê yên Iraqê ji bo pêşwazîkirina ziyaretkirên Erbeînê li sînorê Xosrewiyê
Çavkaniyên Iraqî ragihandin ku, di çarçoveya amadekariyên ji bo ewlehiya ziyaretkirên Erbeîna Huseynî, şandeke pilebilind a ewlehiyê ya Iraqê serdana sînorê Xosrewiyê kir.
Li gor nûçeya Al Furat News; Cîgirê Fermandeyê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Ebdul-Emîr El-Şemrî ligel Serokê rêxistina dergehên sînorî yên Iraqê Omer El-Waîlî, rêveberê operasyonên Heşda Şebî û cîgirê fermandarê bejayî yê artêşa Iraqê îro Çarşemê, hêz û hijmareke din ji fermandarên ewlekariyê yên Îraqê serdana dergehê sînorî yê El-Menzarîye (Xosrewî) kirin.
Ev serdan bi mebesta agahdarbûna derheq tedbîrên ewlehiyê yên li vê dergehê ji bo pêşwazîkirina ziyaretkirên Erbeîna Huseynî ji bilî amadekariyên ewlehiyê li Diyalayê, hat kirin.
Li gorî vê raporê, Fermandarê Operasyonên Diyaleyê, Rêveberê Polîsên Diyaleyê, Fermandarê Heşdî Şeibî li Diyaleyê û Rêveberê Deriyê Sînor ê El-Munzariye pêşwazî li vê şandê kirin.
Di sefera vê şandê de çend mijarên girêdayî başkirina rewşa ewlekarî û xizmetguzariyên ziyaretkiran hatin lêkolînkirin.
Pêştir Tehsîn Xefacî Berdevkê Fermandehiya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihandibû, ku plana ewlekariya meha Muherremê bi operasyonên taybet ên ewlehiyê, aktîvkirina hewlên îstixbaratî û derxistina fermanên girtinê berî destpêkirina meha Muherremê dest pê kiriye.