Çeteyekî jîr û biryarder ê DAIŞê ji aliyê Heşda Şeibiyê va hat girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i333333-Çeteyekî_jîr_û_biryarder_ê_daiŞê_ji_aliyê_heşda_Şeibiyê_va_hat_girtin
Rêveberê îdarî û berpirsê aboriyê yê koma terorîst a DAIŞê ya dabeşkirina terorîstan nasyar bi Welayeta Bakûr ket nav davika hêzên Heşda Şeibiya Iraqê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 18, 2022 03:28 Asia/Tehran
  • Çeteyekî jîr û biryarder ê DAIŞê ji aliyê Heşda Şeibiyê va hat girtin

Rêveberê îdarî û berpirsê aboriyê yê koma terorîst a DAIŞê ya dabeşkirina terorîstan nasyar bi Welayeta Bakûr ket nav davika hêzên Heşda Şeibiya Iraqê.

Çavkaniyeke agah ji medyayên iraqî ra got ku Yekîneya Pêşîgir a Heşda Şeibiyê piştî çend rojan xebata isstixbaratî û ewlehiyê karî çeteyê jîr û biryarder ê îdarî û berpirsê aboriyê yê DAIŞ li beşa nasyar bi Welayeta Bakûr bigire.

Roja Şemiyê jî sserçeteyekî DAIŞ di rêya balefirgeha Bexdayê û piştî lêgerînan li qqereqoleke kete nav davika hêzên ewlehiyê yên Henga sêyem a Tîpa 1ê ya mekanêîzeya Iraqê. Çeteyê ku hat gotin xwedan cîgehên fermandetiyê li nav DAIŞê ye û ji kesayetiyên girîng ên DAIŞê li "Welayeta Felûcceyê navçeyaa El-Cezîreyê" û her wiha wergirtina hêzan li "Dîwana wergirtina leşkeran" a DAIŞê ye.

Hevdem saziya ewlehiya neteweyî ya Iraqê ragihand ku 5 terorîstên din li Kerkûkê girtine.

Heşda Şeibiyê jî dibêje ku plana dabînkirina ewlehiya hêlên veguhestina elektrîkê li seranserî parêzgeha Diyaleyê dest pê kirine.