Bexda: Iraq ji Beşa 7 ya zagona Neteweyên Yekbûyî derdikeve
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i332148-bexda_iraq_ji_beşa_7_ya_zagona_neteweyên_yekbûyî_derdikeve
Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand ku welatê wan ji beşa heftemîn a zagona Neteweyên Yekbûyî(NY) derketiye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 23, 2022 21:30 Asia/Tehran
  • Bexda: Iraq ji Beşa 7 ya zagona Neteweyên Yekbûyî derdikeve

Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand ku welatê wan ji beşa heftemîn a zagona Neteweyên Yekbûyî(NY) derketiye.

Hikûmeta Îraqî roja Duşemê daxwaz ji Encumena Asayişa Navdewletî kir ku cezayên li ser xala 7ê ya peymana Neteweyên Yekbûyî rake.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Fûad Husên wezîrê karên derve yê Iraqê li civîna sibê ya roja çarşemiyê ya Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li bara rakirina navê Iraqê ji beşa 7an a zagona Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) got: "Îro rûpeleke girîng e di dîroka Iraqê de ku zêdetir ji 30 salan dewam kiriye."

Husên her wiha got: "Ev bûyer dê rûpeleke nû di dîroka jiyana dîplomatîk, siyasî û aborî ya Iraqê de bide destpêkirin û rola navçeyî û navneteweyî ya Iraqê xurtir bike."

Wezîrê Derve yê Iraqê herwiha eşkere kir ku, Bexdayê hemû erkên xwe yên navdewletî li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî bi cih aniye û 52.4 milyar dolar jî bi tevahî daye.