Ji ber şewitîna nexweşxaneke parêzgeha Zîqarê ya Iraqê 36 kes mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i327602-ji_ber_şewitîna_nexweşxaneke_parêzgeha_zîqarê_ya_iraqê_36_kes_mirin
Li parêzgeha Zîqar a Iraqê agir bi nexweşxaneke Koronayê ket û di bûyerê de 36 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 13, 2021 05:56 Asia/Tehran
  • Ji ber şewitîna nexweşxaneke parêzgeha Zîqarê ya Iraqê 36 kes mirin

Li parêzgeha Zîqar a Iraqê agir bi nexweşxaneke Koronayê ket û di bûyerê de 36 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Tendirustiya Zîqarê ragihand ku agir bi nexweşxana Îmam Husên a Koronayê ya li parêzgeha Zîqarê ket û di şewatê de 36 kesan canê xwe ji dest dan.

Tîmên agirkuj û kesûkarên pêketiyên Koronayê hewl didin ku nexweşan ji şewatê rizgar bikin.

Li gor medyaya Iraqê şewat ji ber teqîna butleke oksîjenê derketiye.

Tendirustiya Zîqarê rewşa awarte li parêzgehê ragihand û eşkere kir ku du karmendên tendirustiyê jî di şewatê de jiyana xwe ji dest dane.