Li parêzgeha Selahedîn ya Iraqê 3 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
Kanûn 24, 2020 11:33 Asia/Tehran
Li parêzgeha Selahedîn ya Iraqê 3 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
Berdevkê polîsê parêzgeha Selahedîn, Mihemed Osman ji BasNewsê re got, şeva borî li navbera parêzgehên Diyale û Selahedîn de, berpirsekî DAIŞê ket kemîna hêzên îstixbarata Iraqê û hat kuştin.
Wî efserê polîs da zanîn, hevdem ligel kuştina wî terorîstî, li çiyayên Hemrîn jî di bordûmana firokeyên hêzên hevpeyman de 2 terorîstên din yên DAIŞê hatin kuştin ku yek ji wan piledar bû.