Kanûn 23, 2020 09:54 Asia/Tehran
  • Operasiyona Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê li bakurê vî welatî

Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê qala têkbirina operasiyona çeteyên têrorîst ên DAIŞê li bakurê vî welatî kir.

Li gorî rapora kanala telegramê ya Sabirîn Newsê, Saziya ragihandinê ya Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê roja Çarşemiyê destnîşan kir, hêzên Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê rê li ber têketina çeteyên DAIŞê bo navçeya Seyid Xerb a rojavayê parêzgeha Selahedînê girtine.

Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê ragihand: Yekîneya keşfkirin û pûçkirinê ya Heşda Şeibiyê ku beşdarî operasiyona rojhilata Dicleyê hevrê digel hêzên din ên vê rêxistinê bûbû, zêde ji 90 kîlomitrên rojhilata parêzgeha Selahedînê paqij kiriye û zêde ji 20 sitargehên têrorîstan ji nav birine û 38 bombeyên destî yên DAIŞê pûç kirine.

 

 

Serepeyv