Li Şareban a parêzgeha Diyala Iraqê xaniyek teqiya, serbazek hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i321319-li_Şareban_a_parêzgeha_diyala_iraqê_xaniyek_teqiya_serbazek_hat_kuştin
Li nahiya Şareban ya parêzgeha Diyale ya Iraqê, di teqînekê de serbazek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 12, 2020 12:52 Asia/Tehran
  • Li Şareban a parêzgeha Diyala Iraqê xaniyek teqiya, serbazek hat kuştin

Li nahiya Şareban ya parêzgeha Diyale ya Iraqê, di teqînekê de serbazek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Berdevkê polîsê Diyale, Nîhad Mihemed ji BasNewsê re got, îro li devera Xeylaniye ya nahiya Şareban ya Diyale, xaniyeka bombekirî teqiya.

Nîhad Mihemed da zanîn, di wê teqînê de serbazek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Wî efserê polîs anî ziman, li wî cihê ku teqîn lê qewimiye, çend roj berê serok eşîrekî ereb ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibû kuştin. Ji ber wê jî hêzên ewlehiyê li wir hatibûn bicîhkirin da ku wir ji terorîstan paqij bikin. Terorîstan ew xanî û avahî tijî bomb kirine, paşê reviyane.