Îlon 21, 2020 16:53 Asia/Tehran
  • Muşekek lê nêzî balafirgeha Bexdayê ket

Şaneya Ragihandina Leşkerî ya Iraqê, bi daxuyaniyek ragihand ji cihek nediyar ve mûşekek ya katyuşa hat avêtin û muşek li nêzî balafigeha Bexdayê ket.

Şaneya Ragihandina Leşkerî ya Iraqê, bi daxuyaniyek nivîskî ragihand şeva çûyî mûşekek ya katyuşê li nêzî balafirgeha navneteweyî ya Bexdayê ket. Di daxuyaniyê de hate gotin, piştî lêkolînê derket ku ew muşek ji devera Ebuxirêb a dikeve rojavayê Bexdayê hatiye avêtin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama êrişê de ti ziyanên giyanî çênebûne.

Serepeyv