Çile 31, 2026 18:36 Asia/Tehran
  • Gurrbûna dosiya gornên komî yên bi destê DAIŞê li Iraqê

Veguhestina endamên DAIŞê bi taybet serkirdeyên vê koma terorîst ji Sûriyê bo Iraqê bûye sedem raya giştî bala xwe bide ser dosiya gornên komî yên nepenî yên gorîyên DAIŞê.

Muxtar Mûsewî, parlemanterê iraqî tekez kir: Bi sedan terorîst ji zinadanên Sûriyê bo Iraqê hatine veguhestin. Di nav van terorîstana da serkirdeyên binavûdeng ên vê teşkîlatê jî hene, kesên ku di cinayeta dijî gelê Iraqê ya di  sala 2014an de dest hebûne. 

 Wî her wiha got ku divê vê derfetê bi kar bînin jibo ku cardinê dosiya gornên komî yên nepenî yên gorîyên DAIŞê li Iraqê bikevin rojevê. 

Mûsewî got: Di nav gornên navborî de, cenazeyên bi hezaran jin, mêr û zarokên bêguneh hene ku ji aliyê endamên DAIŞê  ve bi taybet li parêzgeha Neynewayê  hatine îdamkirin. Hejmara kesên bêserûşûn li parêzgeha Neynewayê hîn jî zêde ye. 

Wî her wiha got: Renge mikurhatina van kesana bibe sedem cihê gornên komî were peydakirin. Bi hezaran malbat li Iraqê hîn li bendê ne ji çarenivîsa ezîzên xwe haydar bibin. 

 

Serepeyv