Nûrî Malikî: Hilbijartina Serokwezîrê Iraqê biryarek neteweyî ye tê de cihê destwerdanê tine
Berbijarê Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan ji bo posta Serokwezîrtiya Iraqê, tekezî ser pêwîstiya parastina serweriya neteweyî ya vî welatî kir u hevgav dijî her cure zext an destwerdana biyaniyan di pêvajoya hilbijartina Serokwezîr de derket û ew wek mafê gelê Iraqê da zanîn.
Nûrî Malikî, berbijarê hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan ji bo serokatiya hikûmeta Iraqê û rêberê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ragihand ku hilbijartina Serokwezîr û rêveberiya welêt karekî tam neteweyî ye ku divê hemî alî rêzê lê bigrin.
Wî tekez kir: Nabe qet mafê gelê Iraqê yê hilbijartina kesekî ku baweriya wan li şiyan û hêjatiya wî heye, were paşguhkirin.
Ev gotin piştî wê hat hilêxistin ku Donald Trump serokkomarê Amerîkayê derbarê vegeryana Nûrî Malikî bo posta serokwezîrtiyê de hişyarî da û gef xwar ku heke ew were hilbijartin dê alîkariya Amerîkayê ji bo Iraqê rawestîne.
Serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî dijî destwerdana Serokkomarê Amerîkayê ya di hilbijartina serokwezîrê Iraqê de derket u tekez kir: Iraqî serbest in ku hikûmeta xwe hilbijêrin çawa ku di sala 2003an de jî azad bûn.
Hevdem parlamenterekî Iraqî rewşa siyasî ya derbarê hilbijartina serokkomar de tevlîhev nirxand û ragehand ku ku dewama lihevnekirina YNK u PDK, pêvajoya siyasî dixe xeterê.
Burhan Amirî her wiha got ku partiyên Kurd hîn jibo derketina ji xitimîna siyasî li hev nekirine. Pêgiriya li ser helwestên derbarê berbijarê serokkomariyê de pêşiya yekalîbûna vê dosiyê girtiye.
Wî tekez kir ku lihevnekirina di navbera her du partiyên sereke de dê zirarê bide gist pêvajoya siyasî û dê xişteya demê ya qanûnî ya mayî têk bibe.18 berbijarî navê xwe ji bo wergirtina posta serokkomartîya Iraqê tomar kirine.Parlemana Iraqê jî ragihand ku civîna hilbijartina serokkomarê nû yê vî welatî dê roja Yekşemiyê yekê Sibatê were lidarxistin. Vvvvvv