Tebax 03, 2020 13:52 Asia/Tehran
  • 6 sal di ser komkujiya kurdên êzidî derbas bû, hîn birînên vê tevkujiyê teze ne  

Di dîrokê de 73 ferman li dijî civaka Êzidî pêk hatin. Armanca wan fermanan qirkirina gelê kurd ê Êzidî, ji holêrakirina çand û mirasa gelê Êzidî bû, fermana 73 ya li dijî vî gelê mezlûm koma terorîst a DAIŞê bi dagîrkirina Şengalê pêk anî.

6 sal di ser komkujiya dawîn a li ser Şengalê re derbas bû, lê hîna birînên wê derman nebûne. Ruxmî ku DAIŞ têk çû û gelek encamên wê di girtîgehên Iraq û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne, lê hîn jî çete û hêzên ku piştgiriya wan kirine, nehatine darizandin.

Şeş sal bi ser komkujî û jenosayda kurdên êzîdî û wêrankirina devera Şingalê, cih û warê wan, re derbas dibe. Lê hîn bi hezaran kurdên êzîdî wenda ne.

Îro, 3 Tebaxa 2020 e û 6 sal bi ser fermana 73 ya ku terorîstên DAIŞê anîn serê kurdên êzîdî, re derbas dibe. DAIŞê ku navê şer û şerûdiyên xwe cîhad danîbû ji bo ku qirkirina kurdên êzidî rewa bike ew kafir dan nasandin.

Terorîstên DAIŞê zêde aqubet di encama xebat û berxwedanên şervanên kurd û yên li dijî terorê nekarîn Şingalê ji bo hertim li destê xwe ragirin û li 13 Cotmeha 2015 Şingalê ji nav lepê wan hate derxistin.

 Di gişt van fermanan destê cinayetkarên ku li dîrokê de ji derveyî vê navçê bi kuştin û qirkirin û asêmîlekirina gelan xwe gihandine rojavayê Asyayê, tê xuyanê, heman kesên ku neviyên wan an di nav DAIŞê de ne an jî piştgirê wê ne.  

Êrişên qirkirinê, di nava gelê Êzidî de bi navê fermanan hatin navkirin. Ferman peyveke farisî ye û tê wateya  hikum an jî destûra ku sultan îmze kiriye. Fermanên ku li ser gelê Êzidî hatine kirin, rewabûnê dide kuştina gelê Kurd ê Êzidî.

Serepeyv