Tekeziya YNKê ser şirîkatîya rastîn di kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê da
Endamê Polîtboroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bal kişand ser wê yekê ku tehtîlkirina xebata Parlemana Herêma Kurdistanê neqanûnî ye û got: Parlemana Herêma Kurdistanê dê ji meha bê ve dest bi xebatên xwe bike.
Seidi Ehmad Pîre di hevpeyvînekê de got ku rawestandina xebatên parlemana Herêma Kurdistanê wextekê bû ku parlemanter mûçe distandin û vê mijarê zextek zêde li partiyên siyasî bi taybet PDK YNKê kir. Vî endamê Polîtboroya YNKê bal kişand ser ezmûna berê ya destnîşankirina serokê demkî ji bo Parlemana Herêma Kurdistanê û got ku gelek çareserî ji bo vê pirsgirêkê hene û di nav endamên parlamentoyê de kesên zana û jêhatî hene ku dikarin vî karî bi başî bikin.
Seidî Ehmed Pîre derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê de got ku divê kabîneya nû li li gorî şirîkatîya rastî be û YNKê serwerî û desthilatdariya yekalî ya partiyekê qebûl nake. Wî derbarê pirsgirêkên di navbera Hewler û Bexdayê de jî got: Pirsgirêka sereke bêbawerî ye.