Hejmara gorîyên baranê li Pakistanê rabû 657 kesan
Tebax 18, 2025 17:55 Asia/Tehran
Di encama baranên demsalê de li Pakistanê heta niha 657 kesan can daye û nêzîkî hezar kes jî birîndar bûne.
Şareza û pisporan li Pakistanê baranên demsalê şibandine baranên kujer û hişyarîyê didin ku encamên xeternak ên barana bênavber bandorê li rewşa civakî ya xelkê û debara vî welatî dikin.
Di kêmtirî du mehan de, li deverên curbicur ên Pakistanê, bi taybet li parêzgehên Pencab û Xeyber Pextunxwahê, ji ber rabûna lehiyê herî kêm 657 kesî can daye û 920 kes jî birîndar bûn.
Havîna 2022an piştî baranên guj li Pakistanê, çeman serî rakir û sê yeka vî di bin avê da ma ku di encamê de hezar û 739 kesan jiyana xwe ji dest dan.