Larîcanî: Erkê me ye ku li kêleka birayên xwe yên li herêmê bisekinin, lê fermanê nadin wan
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, bal kişand ser destwerdana zilhêzan li herêmê û got: Ger welatên herêmê ji me alîkariyê bixwazin, em ê alîkariya wan bikin û bi wan re hevrê bibin, lê em fermanê nadin wan.
Elî Larîcanî di hevpeyvînekê de derbarê Lubnanê û rewşa vî welatî de, got: Îro, Lubnanê gelek kêşe hene. Behsa me bi Lubnanê re ev e ku em di her rewşê de bi we re ne, bê guman, gelê Lubnanê dê biryarê bidin û em destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Lubnanê de nakin, lê ji ber ku em her dem bi wan re bûne, em îro jî bi wan re ne.
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê derbarê dawîn moleta aktorên derveyî herêmê ve ji bo jiçekkirina Hizbullahê li Lubnanê got: Em ji vê rastiyê hez nakin ku welatên mezin ji bo yên din dawîn moletê kivş bikinû ev ne zimanê gotûbêja bi neteweyekî medenî re ye. Eva ku ew ji hezaran kîlometre dûr tên û dibêjin; Divê hûn di vê demê de vê bikin ne rast e, Ma hûn kî ne? Em vê yekê wek bêrûmetî dibînin û em jê hez nakin.