Tebax 15, 2025 22:21 Asia/Tehran

Kom û partiyên Iraqî tevî rexnekirina destwerdanên Amerîkayê di karûbarên navxweyî yên Iraqê bang li hikûmeta vî welatî kirine ku pêvajoya derketina leşkerên amerîkî ji Iraqê bilezîne.

Udey Ebdulhadî, yek ji rêberên Hevpeymaniya Fetih  a Iraqê, tevî tekzeiya ser derketina hêzên Amerîkî ji vî welatî derxistina van hêzan wekî biryarek neteweyî ya bêveger ragihand û dewama hebûna wan  sedema bêîstîqrariyê li Iraqê nirxand. Wî got: Hebûna hêzên amerîkî li Iraqê ser xêra  ewlehî û aramiya vî welatî nîne belku berûvajiya wê ye. Hêzên amerîkî berjewendiyên Rejîma Siyonîst li ber çavan digirin lewma  hebûna wan li Iraqê sedema bêîstiqraiyê ye .

Sebah El-Ekîlî endamê Tevgera Mafên Iraqê,  liv û tevgerên Waşîngtonê ji bo sepandina fermana ser Bexdayê bi rêya Wezîrê Derve yê Amerîkayê wekî binpêkirina serweriya Iraqê û peymana navneteweyî nirxand û tekez kir ku hewldanên Rubiyo ji bo bandora ser biryarên Iraqê eşkere dijî Peymana Çarçoveya Stratejîk navbera Bexda û Waşingtonê tê hesabê.

Wî armanca van liv û tevgeran, xweyîkirina  Iraqê di bin bandora Amerîkayê û girtina pêşiya serxwebûna biryarên serweriyê yên ên Bexdayê  da zanîn.

Ehmed El-Mûsewî, nûnerê fraksiyona parlemanî ya Sadêqûn, her wiha ragihand ku Amerîka hewl dide Hêzên Heşda Şebî yên Iraqê wekî nerastîn nîşan bide da ku komployên xwe li Iraqê bicîh bîne û got: Hêzên Heşda Şebî sembola serweriyê û garantiya rastîn a piştgiriya ji ax û gelê Iraqê ji terorîzm, komplo û pîlanên biyanî ye û pêwîst e ku hikûmeta Iraqê zemînê ji bo derxistina leşkerên amerîkî ji axa Iraqê amade bike.

Serepeyv