Tebax 18, 2025 17:57 Asia/Tehran
  • Îran: Em derbarê aktorên biyanî li Qefqazê de hesas in

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê derbarê alûgurên Qefqazê de got: Me bi zelalî gotiye ku em derbarê aktorên biyanî li vê herêmê hesas in.

Îsmaîl Beqayî, di destpêka civîna çapemeniyê de derbarê dawîn alûgurên li  başûrê Qefqazê de got: Me bi zelalî gotiye ku em derbarê hebûna aktorên biyanî de hesas in û me bi zelalî ji rayedarên Ermenistanê re ragihandiye û me şirovên wan bihîstiye. Ji me re hatiye gotin ku dê şîrketek li gorî qanûna Ermenistanê were tomarkirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê her wiha got ku rê û risma bicoş a çillê Imam Husêyn (S) serketî hate lidarxistin û em  sipasiya hemû kesên ku di lidarxistina vê merasîmê de rola xwe hebûn dikin u ji ber mazûvaniya ji dil u can destxweşîyê li gel û hikûmeta Iraqê dikin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê  derbarê alûgurên navçeyê de got:  Hîna jî alûgura herî giring jînosayda li Filistîna dagirkirî ye, ku bê navber berdewam dike. Di çend rojên borî de, rejîma dagirker biryara dorpêçkirin û valakirina tam a  Xezzeyê da û her roj herî kêm 80 mirovên bêguneh tên kuştin.

Îsmaîl Beqayî derbarê peymana Aştiya Îbrahîm bi Amerîkayê re û xwemikurhatina Serokwezîrê Rejîma Siyonîst derbarê avakirina Îsraîla Mezin de jî got: Ez fikir dikim ku jibo welatên herêmê mahiyeta armancên rejîmê zelaltir bûye. Plana ku Serokwezîrê rejîmê hilêxistiye û em dizanin ku Îsraîla Mezin li gorî bawera wan beşek girîng ji erdên Îslamî digre ber xwe, nîşan dide ku ev rejîm di warê serdestîxwzaiya xwe de sînoran nas nake. Di halekî de ku  Rejîma Sîyonîst jînosayda li Xezzeyê didomîne ev mijar ji ber  ku wê çavê xwe berdaye erdên welatên navçeyê bi xwe gefek ji hêla rejîmê ve bo herêmê ye. Divê welatên herêmê hîna zêdetir hişyar bibin.

Serepeyv