Hişyarîdayîna encumenên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiya Helebê derbarê ihtimala êrişa hêzên Colanî ser kurdên Sûriyê da
Hevserokê encumenên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiya Helebê, bal kişand ser dîtina tevgerên neasayî dijî Kurdan li van navçeyan û hişyarî da ku ev kiryar dikarin di pêşerojê de bibin sedema êrişên rasterast ên hêzên Colanî ser Kurdên Sûriyê.
Nûrî Şêxo, Hevserokê encumenên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiya Helebê, ragihand ku di van du taxên kurdnişîn da hin tevgerên neasayî dijî Kurdan têne dîtin û hişyarî da: Muhtemel e ku ev kiryar di pêşerojê de bibin sedema êrişa hêzên Colanî lser kurdên Sûriyê.
Wî got: Rewşa van taxên Helebê tevlihev e û nêzîkî 15 rojan berî nika, êrişeke medyayî dijî xelkê vê herêmê hat kirin û hîn jî berdewam dike.
Hevserokê encumenên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiya Helebê, got: Ev êrişa medyayî ji aliyê hikûmeta Sûriyê û hin aliyên fermî ve pêk hat da ku bêîstîqrarî û nearamiyê berfireh bikin.
Wî her wiha got ku di rojên derbasbûyî de xwefirên hikûmeta demkî ya Sûriyê li esmanê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatine dîtin, vê yekê dilnigeraniya xelkê van du taxan zêde kiriye.