Çile 15, 2018 12:36 Asia/Tehran
  • Qewimîna du teqînên têrorîstî li paytxta Iraqê / heta niha 87 kes kuştin û birîndar

Di encama qewimîna du teqînên têrorîstî li êrîşa du xwekujan li navenda Bexdaya paytexta Iraqê, heta niha 87 kes hatine kuştin an birîndar bûne.

Li gorî rapora Fars News`ê, rayedarekî ewlehiyê yê Iraqê ragihand: ``Ev du teqîn sibeha îro anku Duşemiyê li taxa Sahet El Teyran (Meydana Firokevaniyê) li Bexdayê qewimîn``.

Kanala têlêvîziyoniya Al Alamê ragihand ku ji ber van du teqînên xwekujiyê li navenda Bexdayê, 21 kes hatine kuştin û 66 kes jî heta niha birîndar bûne.

Malpera Shafagh News`a Iraqê jî sedema teqînê, xweteqandina xwekujan da zanîn û nivîsî: ``Ev du xwekuj bi awayê hevdem çûn nav karkerên Meydana Firokevaniyê (Sahet El Teyran) û xwe teqandin``.

Li gorî vê raporê, ji ber xedarbûna rewşa hin birîndaran, renge hejmara kesên kuştî zêdetir bibe.