xebatkarên Google`ê hevkariya bi rejîma Siyonîst re protesto kirin
Nîsan 27, 2025 18:12 Asia/Tehran
Zêdetirî 300 xebatkarên kompaniya DeepMind li Îngilîstanê nerizamendiya xwe li hember peymanên Kompaniya Google`ê bi ajansên ewlehî yên girêdayî rejîma Siyonîst diyar kirin.
Rojnameya Financial Times a Îngilîsê ragihand: Ev kiryar li dûv raporên firotina xizmetguzariyên înternetî û teknolojiya hişê çêkirî bo wezareta cengê ya rejîma dagîrker cih hat. Berî nika Google`ê 28 xebatkarên xwe ji ber protestokirina peymana Kilod Kampotîng a bi Rejîma Siyonîst re ji kar derxistibûn. Karmendên nerazî û xwenîşnader ditirsin ku ev teknolojiyên pêşkeftî di şerê jînûsaydê de li dijî xelkê Xezzê werin bikaranîn, nemaze di pêvajoya destnîşankirina armancên leşkerî de.