Nîsan 22, 2025 14:38 Asia/Tehran
  • Dilnîgeraniyên ji ber êrişên Tirkiyê ser bakûrê Iraqê

Tirkiye hela jî êrişên xwe ser axa Iraqê bi rêya operasiyonên leşkerî yên li dû hev li bakûrê vî welatî didomîne.

Parlimanterên Iraqê li ser dewama êrişên leşkerî yên Tirkiyê ser bakûra vî welatî dilnîgeraniyên xwe diyar kirin. Hisên Amêrî, endamê Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê ya Parlimana Iraqê li bara bêdengiya hikûmeta vî welatî li hember dagirkeriyên Tirkiyê li bakûra Iraqê dilnîgeraniya xwe diyar kiriye û gotiye ev komîsyona dijî her hevhatinameyeka ewlehî û aborî ye ku bo Parliamanê nehatibe ragihandin. Haya me li hevhatinameya ku Bexda û Enqerê wajo kirine nîne. Medîhe Mûsewî, parlimantereka din a Iraqê gotiye Tirkiye di halê binpêkirina serweriya vî welatî bi behaneya şerrê dijî terorîsmê ye û ev kara dibin sedema ketina  hêzên Enqerê nav bakûrê Iraqê. 

Serepeyv