Nîsan 27, 2025 20:15 Asia/Tehran

Bernameya Cîhanî ya Xwerinê îro Yekşemiyê daxwaza derbaskiirna demlidest a xwerinê bo Xezzê kir.

Bernameya Cîhanî ya Xwerinê ragihand 2 mîlyon kes li Xezzê hewcetîya wan  li alîkariyên ji hêla xwerinê ve hene û rewşa li Xezzê xopan e. Bernameya Cîhanî ya Xwerinê herwiha pêgîrî kir: Hewcetiya me bi derbasbûna demlidest a xwerinê li Zîvala Xezzê heye. Berî nika Nivîsgeha Ragihandina Hikûmî ya li Xezzê ragihand: Em li bara dewama xedarbûna rewşa mirovî ya ji ber dewama girêdana derbasgeha ji aliyê Rejîma Siyonîst ve pêhişyariyê didin. zêde ji 2 mîlyon û 400 hezar kes li Zîvala Xezzê bi xetera mirina ji ber birçîtiyê re rûbirû ne.

Serokê Nivîsgeha Hevahengiya kar û barên Mirovdostane ya NY li Filistînê jî bi ravekirina rewşa Xezzê got: Rojên dahatî wê li Xezzê qeyranî bin. Kesên ku bi bombe û gulleyan nayên kuştin, hêdî hêdî dimirin. wî amajeyî vî yekî kir ku nexweşxaneyên li Xezzê tijî nexweş in û zimhêrên dermanan bi dawî tên, xelk birçî ne, bedxwerin zêde dibe, depoyên xwerinê vala bûne, nanpêjxane hatine girêdan û aşpêjxaneyên giştî wê bi zûtirkê karê xwe bidin sekinandin. Herwiha ji ber nebûna ardû û îmkanan, pompajkirina avê û veguhestina kirs û kevalan nepêkan e. Xelkê Xezzê ser vê bawerê ne ya ku diqewime, şerrekî asayî nîne, belke têkçûna hêdî hêdî ya jiyana filistîniyan e ku her rojê li ber çavên xelkê cîhanê bi belge dibe.

Serepeyv