Nîsan 27, 2025 18:20 Asia/Tehran

Li ser biryara duh a wezîrên geştiyariyê yên welatên ECO’yê îsal konferansa geştyariya tenduristiyê li bajarê Hemdanê wê bê lidarxistin.

Li ser biryara wezîrên geştiyariyê yên welatên koma ECO`yê îsal Konferansa Geştyariya Tenduristiyê li bajarê Hemdanê tê lidarxistin. Şeşemîn civîna wezîrên geştiyariyê yên welatên endamên ECO`yê bi beşdariya Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Erziroma Tirkiyê hat lidarxistin. Di vê civînê de ser mesele û mijarên geştiyariyê û awayên geşepêdana wê hatin gotûbêjkirin.

Daxuyaniya dawî ya vê civînê bi 10 xalan û 10 biryaran ji aliyê endaman ve hat pejirandin. Yek ji xalên herî girîng ên vê daxuyaniyê avakirina komîteyeke hevpar a di navbera 10 welatan de ji bo pêşxistina binesaziya geştyariyê ye. Biryareke din a ku ji bo Îranê girîng e, lidarxistina konferansa Geştyariya Tenduristiyê ya îsal li Hemedanê bû. Di vê civînê de wezîrê mîrateya çandî tekezî li ser hêsankirina hatinûçûna geştiyaran di navbera welatan de û dîplomasiya geştiyariyê bo kişandina sermayê kir. Di çarçoveya vê civên de, birêz Salihî Emirî bi hevtayên xwe yên ji Ozbekistan, Tirkiye û Tirkmenistanê re civiya. Dîplomasiya geştûguzariyê û kişandina sermayedaran armancên din ên şanda Îranê li vê vivînê bûn.

Serepeyv