Nîsan 23, 2025 16:46 Asia/Tehran
  • Birîndarbûna 5 hêzên iraqî dema jordaxistina xwofirrekî

Li Iraqê hat ragihandin ku 5 hêzên Heşdi Eşayirî dema hewla ji bo sernixûnkirina xwofirreke teqandinê birîndar bûn.

Çavkanîyekî iraqî ragihand ku 5 hêzên Heşdi ul Eşayirîyê birîndar bûn, dema ku hewil didan xwofirreke teqandinê ya hilgirê maddeyên teqandinê li parêzgeha Enbarê jorda bixin. Ev bûyera dema hewla hin hêzên Yekîneya 54 a Heşd ul Eşayirîyê ji bo jordaxistina xwofirrekê li esmanê çola Enbarê qewimî.

Hêzên emnî lêkolînên pêwîst derbara vê bûyerê da dest pê kirin û birîndar jî bo nexweşxanê hatin veguhestin. 

Serepeyv