Şerrê desthilatê li kempa DAIŞ`iyan
Nîsan 27, 2025 16:50 Asia/Tehran
Çavkaniyên agehdar basa tomarkirina bi dehan haletên kuştin û revandinê di nav kempa Holê ya li Sûriyê û di nava endamên herî metirsîdar ên DAIŞ`ê kirin.
Çavkaniyên agehdar ragihandin ku li kempa Holê ku endamên herî xeternak ên DAIŞ`ê li Sûriyê têde ne, di vê mehê da 16 babetên kuştin û 30 babetên revandina mirovan hatiye tomarkirin. Herî kêm 15 jinên DAIŞ`î di vê kempê de hatine revandin. Çavkaniyên agehdar herwiha ragihandin ku malbata serkiredeyê DAIŞ`iyên di nav vê kempê de wê bo navenda terorîstan li Hums û Dêrezorê bên veguhestin.
Kempa Hol nika ji aliyê endamên ozbekistanî û tirk ên DAIŞ`ê ve tê birêvebirin.