May 26, 2017 18:08 Asia/Tehran
  • Texmîna nivîsgeha ayetullah Sîstanî li bara destpêbûna meha pîroz a Remezanê ji roja şemiyê

Nivîsgeha ayetullah seyd Elî Sîstanî merceyê pilebilind ê olî yê Iraqê texmîn kir ku ger karzan, êvara îniyê, heyvika (hîlal) hîva meha pîroz a Remezanê bibînin, dê sibê bibe yekim roja meha pîroz a Remezanê li Iraqê.

 Li gorî raporên medyayê, nivîsgeha ayetulah sîstanî merceyê pilebilind li Necefa Eşref, ragihandiye ku  karê dîtina hîlala heyva Remezanê bêyî dûrbînê pir zehmet e lê ger hewa sahî be hitmala  dîtina  heyvikê heye.

 Ger dîtina  heyvika  pîroz a Remezanê êvara  îniyê were dîtin dê iraqî ji roja şemiyê 29 Şebana 1438ê yanê 26 Gulana 2017an rojî bibin.

 Dîwana Weqfa sunne a Iraqê duh pênşemiyê ragihand ku  îro îniyê roja dawiyê ya meha Şebanê ye û roja şemiyê weke yekim roja meha pîroz a Remezanê ragihand. Li gorî vê raporê, Etebatê Aliyat li Iraqê hevgavê destpêbûna  meha pîroz a Remezanê bernameyên taybetî Remezanê amade kirine ku li bajarên  Necef, Kerbela, Kazimeynê werin li dar xistin. Li Kerbelaya Muella , rêveberiya Astanê pîroz a huseynî hin bernameyên  civînên quranî li her sibeh û her şevê hin bernameyên  taybetî jinan û her wiha mersima  dua û ziyaretên komî amade kirine.  Hal û hewaya  remezanî ji hefteyek berî niha ve  Iraq û heta bereyên  şerê li Hemberê DAIŞê jî adgiriye bi curekê ku  hêzên  bicibûyî li navçeyên operasyonê ji sêşemiya buhurî çûne pêşeawziya  Remezan El-Mubarekê.

 

Serepeyv