Kanûn 17, 2025 18:22 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Wezîrên Karên Derve yên Îran u Ûrsêtê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê ku bi merema hevdîtin u rawêjkarîya tev rqayedarên Ûrsêtê seredana Moskowê kirîye, îro bi Sergey lavrov, Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê, ra hevdîtin pêk anî.

Seyîd Ebbas Iraqçî di hevdîtina tev Lavrov da helwesta Moskowê têkildarî pirranîya meseleyên navdewletî û piştgirîya her du welatan ji hev di hemî mijaran di asta razîbûnê da zanî û got: Xweşbextane me di meseleyên curbicur da helwestên hevpar hene. Me hertim pişta hev girt. Peywendîyên me roj bi rojê nêzîktir dibin u zêdetir lihev ra tên girêdanê. Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê jî di vê hevîtinê da ji ber ku li Moskowê mazûvanîya hevtûşê xwe yê îranî dike, kêfxweş e û got: Bûyera herî berbiçav û herî girîng di peywendîyên me di îsal da têkildarî peywendîyên me, wajokirina Peymana Tam a Sitratejîk û bicihannîa wê bû. Sergeyî Lavrov got: Peymana Têhran- Moskowê cîgeha taybet a hevkarîyên me misoger dike. Wezîrên Karên Derve yên Îran u Ûrsêtê herwiha belgeya bernama rawêjkarîyên Wezaretên karên Derve yên her du welatan wajo kirin.

Serepeyv