Kanûn 14, 2025 17:56 Asia/Tehran
  • Dadgeha Bilind a Federal encamên hilbijartinên Îraqê pesend kir

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê encamên dawî yên hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Îraqê pesend kirin.

Navenda Ragihandinê ya Dadgehê daxuyaniyek belav kir û ragihand, Dadgeha Bilind a Federal îro bi serokatiya Dadwer Munzir Îbrahîm Husên û bi beşdariya hemû endaman civîneke girtî pêk anî.

Di civînê de encamên dawî yên hilbijartinên giştî yên gera 6emîn a Parlemana iraqê yên sala 2025an hatin kontrolkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî lêkolîn û nirxandinan, dadgeh gihîştiye wê encamê ku pêvajoya dengdanê mercên destûrî û yasayî bi cih anîne û tiştekî ku zererê bide rastiya wê tune.

Hilbijartinên Parlemana Iraqê 11ê Çiriya Paşîn a 2025an hatibûn lidarxistin.

 

Serepeyv