Liv û tevgerên komên terorîst ên nepenî li Iraqê
Kanûn 13, 2025 17:55 Asia/Tehran
Parlamenterekî Iraqî derbarê çalakbûna komên terorîst ên nepenî de li vî welatî hişyarî da.
Weid Qedo, Parlamenterê Iraqî tekez kir ku çalakiya komên terorîst ên nepenî li vî welatî gefeke rasterast dijî ewlehî û aramiya navxweyî ye. Ev kom hîn jî li hin deverên Iraqê çalak in û valatîya emnî ji bo têkdana ewlehî u aramiya li Iraqê, bi kar tînin.
Wî got ku divê hêzên ewlehiyê operasyonên xwe yên îstîxbaratê jibo şopandina endamên van koman zêde bikin. Hin ji wan hevdem li hin deveran bi liv û tevgerên terorîstî yên li Sûriyê re çalak bûne.
Pêştir jî Muxtar Mûsewî parlamenerê Iraqî derbarê liv û tevgerên van komên nepenî de hişyarî dabû û xwestibû ku navê endamên wan bixin lîsteyên reş ên navdewletî de.