Dîyarbûna dema yekem civîna gerra nû ya parlimana Iraqê
Kanûn 16, 2025 14:46 Asia/Tehran
Serokomarê Iraqê dema lidarxistina yekem civîna gerra şeşan a parlimana vî welatî ragihand.
Ebdulletîf Reşîd ragihand ku piştî pesendkirina encamên hilbijartina parlimanê, yekem civîna gerra şeşem a parlimana Iraqê yê roja Duşem 29ê kanûnê were lidarxistin.
Li gorî qanûna bingehîn a Iraqê, serokatîya yekem civîna parlimanê li ustîyê serokê ji hêla temen va mezintirîn.
Berî vîya, Konseya Bilind a Dadwerîyê ya Iraqê ragihandibû ku ji dema pesendkirina encamên hilbijartinê va yanî ji 14ê Kanûnê va, divê serokê parlimanê u her du cîgirên wî di 15 rojan da bên hilbijartin. Herwiha ji roja yekem a civîna parlimanê va u piştî bijartina serokê parlimanê û her du cîgirên wî va, divê Serokomar jî di 30 rojan da were destnîşankirin.